Bloomberg: Amerika, bala Iraq û Tirkiye kişand

Di nûçeyê de tê diyarkirin ku, nêzîkahiya Enqere û Bexdayê ligel Tehranê nerehetî li Washington peyda kiriye.

K24 – Navenda Nûçeyan

Malpera Bloomberg a nûçeyî ragihand ku, desthilata Washington bi rêya balyozên xwe li Bexda û Enqereyê bala her du welatan kişandiye, ku dev ji rêya aloziyê û gefdanê berdin.

Ligor malperê Serokê Amerikayê Trump, ji helwêstên sezakirinê, herweha nêzîkahiya Iraq û Tirkiyê ligel Iranê gelek dilgiran e. Di nameyê de hatiye xwesin ku, rêya aramiyê û diyalogê bête hilbijartin. Ger kiryarên gef û aloziyê bên berdewam kirin, alîkariya Washington a aborî û serbazî liser Bexdayê tên qutkirin. Heman helwêst hemberî Tirkiye jî hatiyê nîşankirin û Enqere ji vl balkişandinê gelek dilgiran bû ye.

Di nûçeyê de tê diyarkirin ku, nêzîkahiya Enqere û Bexdayê ligel Tehranê nerehetî li Washington peyda kiriye.