Catalonia di nava çend rojan de serxwebûna xwe radigehîne
Serokê Herêma Catalonia Carles Puigdemont ragihand: "Di nava çend rojên dahatî de wê Catalonia serxwebûna xwe rabigehîne û ji Ispanya cuda bibe."
K24 – Navenda Nûçeyan
Serokê Herêma Catalonia Carles Puigdemont ragihand: "Di nava çend rojên dahatî de wê Catalonia serxwebûna xwe rabigehîne û ji Ispanya cuda bibe."
Carles Puigdemont ji BBC re ragihand: "Wê hikûmeta Catalonia vê hefteyê yan hefteya dahatî dest bi tevgerê bike daku serxwebûna xwe rabigehîne."
Di bersiva xwe de li ser pirsa wê kenalê derbarê egera dest danîna Ispaniya li ser hikûmeta Catalonia Puigdemont got: "Heger Ispanya karekî bi wî awayî bike, wê şaştiyeke kujinde bike û wê demê hemû tişt wê bê guhertin."
Roja 1ê Cotmeha 2017an Catalonia referanduma serxwebûnê encam da û tevî hebûna guvaşên tund ji aliyê Ispanya ve, lê rêjeya 90% ya dengderan bi belê deng ji bo serxwebûna herêma xwe dan.