Rûsya: Serkirdeyê Bereya Nusra bi giranî birîndar bûye

Wezareta berevaniya Rûsya ragihand, ku serkirdeyê Bereya Nusra Ebû Mihemed Colanî di encama êrîşa firokeyên wê de, li bajarê Idlibê bi giranî birîndar bûye.

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezareta berevaniya Rûsya ragihand, ku serkirdeyê Bereya Nusra Ebû Mihemed Colanî di encama êrîşa firokeyên wê de, li bajarê Idlibê bi giranî birîndar bûye.

Peyvdarê wezareta berevaniya Rûsî Îgor Konaşînkov ragihand, di encama êrîşeke wan de, 12 serkirdeyên Bereya Nusra li Idlibê hatine kuştin ku alîkarê Ebû Mihemed Colanî jî di nav kuştiyan de ye.

Li gorî wezaretê di wê êrîşê de, Ebû Mihemed Colanî bi xwe jî bi granî birîndar bûye û rewşa wî ne aram e.