Rûsya: 49 çekdarên “Eniya El-Nusrayê” hatin kuştin
Rûsya radigihîne, di êrîşekê de li ser parêzgeha Idilbê de 49 ji çekdarên Eniya El-Nusrayê hatine kuştin, 7 ji wan serkerde ne.
K24 – Navenda Nûçeyan
Rûsya radigihîne, di êrîşekê de li ser parêzgeha Idilbê de 49 ji çekdarên Eniya El-Nusrayê hatine kuştin, 7 ji wan serkerde ne.
Li gor Wezareta Bergîriyê ya Rûsyayê, îro di êrîşeke hêzên esmanî yên Rûsî de li ser parêzgeha Idilbê li bakurê Sûriyê, wê kariye 49 ji çekdarên Eniya El-Nusrayê hatine kuştin, 7 ji wan serkerdeyên meydanî ne.
Duh jî, Wezareta Bergîriyê ya Rûsyayê ragehandibû, hêzên wan di êrîşeke de 12 serkirdeyên Eniya El-Nusrayê kuştine. Herweha serokê Eniya El-Nusrayê ya ku niha bi navê Fetih El-Şam tê naskirin Mihemed Colanî di wê êrîşê de bigranî birîndar bûye.