Şahê Siûdiyî: Divê Îran destêwerdanê di Rojhilata Navîn de neke
Şahê Erebistana Siûdiyê Şah Selman Bin Ebdilezîz li Moskoyê ragihand, pêwîst e destêwerdana Îranê di karûbarên Rojhilata Navîn de bidawî bibe.
K24 – Navenda Nûçeyan
Şahê Erebistana Siûdiyê Şah Selman Bin Ebdilezîz li Moskoyê ragihand, pêwîst e destêwerdana Îranê di karûbarên Rojhilata Navîn de bidawî bibe.
Ajansa “Interfax” a Rûsî belav kir, Şah Selman di dema civîna ligel Serokê Rûsyayê Vladîmîr Putin li Krmlinê, dilgiraniya xwe ji destêwerdana Îranê di Rojhilata Navîn de derbiriye û ji Serokê Rûsyayê re gotiye: “Dibe Îran dest ji wan karan berde û dest di karûbarê Rojhilata Navîn de werdane.”
Ajansa Rûsî li ser zarê Şah Selman dibêje: “Ewlehî û aramiya Kendava Erebî û Rojhilata Navîn pêwîst in, hata aramî li Yemenê parastî be.”
Ji bo cara yekem, duh Şahê Siûdiyê Selman Bin Ebdilezîz serdana Rûsyayê kir û îro ligel Serokê Rûsyayê Vladîmîr civiya. Rûsya û Siûdiyê hin rêkeftinên di warî aborî û leşkerî de îmze kirin.