Rûsya: Tenê nêzîkî 10 ji sedî ji axa Sûriyê di destê DAIŞê de maye
Îgor Konaşînkov: “Piştî beşdariya hêzên ezmanî yên Rûsya di 30 Êlûna 2015an di şerê dijî DAIŞê de li Sûriyê, rûbera di bin destê wê grûpê de kêm bûye
K24 – Navenda Nûçeyan
Wezareta berevaniya Rûsya di daxuyaniyekê de ragihand: “Piştî beşdariya hêzên ezmanî yên Rûsya di 30 Êlûna 2015an di şerê dijî DAIŞê de li Sûriyê, rûbera di bin destê wê grûpê de kêm bûye û tenê nêzîkî 10 ji sedî di bin destê wê de maye.”
Peyvdarê wezareta berevaniya Rûsya Îgor Konaşînkov di wê daxuyaniyê de dibêje: “Dema me şerê DAIŞê dikir hevpeymana navdewetî li dijî DAIŞê li Sûriyê piştevaniya hêzên opozisyonê dikir û li pêşveçûnên çekdarên DAIŞê temaşe dikir û ti şerekî çalak li dijî wan nedikir.”
Herweha Konaşînkov got: “Ew deverên ji destê çekdarên DAIŞê hatine kontrolkirin, ti hebûna hêzên Amerîkî li wan tune ye.”