Cebhet El-Nusra hişyariyê dide Tirkiyê

Tirkiyê hêzeke mezin ber bi sînorê Sûriyê ve bir, ji bo destpêkirina operasyona kontrolkirina Idlib ji destê Heyet Tehrîr El-Şam (Cebhet El-Nusra) Amrîka pêşwazî li gava Tirkiyê ya destpêkirina operasyona Idlibê kir, Cebhet El-Nusra jî hişyariyê dide Tirkiyê.

K24 – Navenda Nûçeyan

Tirkiyê hêzeke mezin ber bi sînorê Sûriyê ve bir, ji bo destpêkirina operasyona kontrolkirina Idlibê ji destê Heyet Tehrîr El-Şam (Cebhet El-Nusra) Amerîka pêşwazî li gava Tirkiyê ya destpêkirina operasyona Idlibê kir, Cebhet El-Nusra jî hişyariyê dide Tirkiyê.

Li gor rêkeftina navçeyên kêmkirina şer a di navbera Tirkiye, Rûsya de, grûpên çekdar ên opozîsyona Sûriyê duh dest bi operasyona kontrolkirina Idlibê ji destê grûpa Heyet Tehrîr El-Şamê kirin.

Herwiha duh, Serokerkanê Tirkiyê Xelûsî Akar ligel şandeke bilind ku ji Şêwirmendê MÎTê Hakan Fîdan, Serokê Hêzên Bejahî Yeşar Guler û Serokê Hêzên Deryayî Hesen Kocek pêk dihat li navçeya Rîhanyê civiyan û dawî pêşhatên operasyona Idilbê gotûbêj kirin, herweha rewşa li ser sînor û yekîneyên serbazî şopandin.

Wezareta Bergîriyê ya Amerîkayê (Pentagon) di daxuyanyekê de, pêşwazî li gava Tirkiyê kir û got: “Pentagon piştevaniya Tirkiyê wek hevpeymaneke di NATO de dike, ji bo parastina sînorê xwe ji teroristan.”

Ji aliyê xwe ve, grûpa Heyet Tehrîr El-Şamê (Cebhe El-Nusra berê û baskê Qaide li Sûriyê) ji ber destpêkirina operasyona li Idlibê hişyariyê da Tirkiye û grûpên opozîsyona Sûriyê yên Tirkiye piştevaniya wan dike û got: “Hatina Idlibê ne seyran e, dê rûbirûyî bereyeke dijwar bibin.”

Di civîna Astana 6 de, Rûsya, Tirkiyê li ser avakirina “Herêmên kêmkirina şer” li Idlibê li hev kirin. li gor wê rêkeftinê, parastina derveyî Idlibê ji erkê Rûsyayê ye û parastina hundir jî ji erkê Tirkiyê dibe.