Dawîn qonaxa şerê kontrolkirina Reqa destpê kir
Hevpeymana hêzên Sûrya Demukrat HSD, destpêkirina dawîn qonaxa kontrolkirina tevahiya bajarê Reqa ragihand.
K24 – Navenda Nûçeyan
Hevpeymana hêzên Sûrya Demukrat HSD, destpêkirina dawîn qonaxa kontrolkirina tevahiya bajarê Reqa ragihand.
Fermandeyekî HSD ji ajansa Reuters re got: “Armanca me ya dahatî dorpêçkirina navçeyên derdora stadyoma mezin a Reqa ye.”
Berî niha jî peyvdara oda operasyonên Xezeba Ferêt, Cîhan Şêx Ehmed ragihandibû: “Piroseya kontrolkirina tevahiya Reqa wê di çend rojên dahatî de bê ragihandin.”
Şerê kontrolkirina Reqa di Hizêrana derbasbûyî de destpê kir û heya niha berdewam e.