Rûsya: Artêşa Sûriyê navçeyeke berfireh li Dêra Zorê kontrol kiriye

Rûsya ragihand, ku ew rojane 150 êrîşan li dijî çekdarên DAIŞê li Meyadîn dikin

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezareta berevaniya Rûsya ragihand, ku ew rojane 150 êrîşan li dijî çekdarên DAIŞê li Meyadîn dikin û di encama wan êrîşan de jêderên abûriya DAIŞê li Sûriyê hatine jinavbirin.

Wezareta Rûsî diyar kir, ku artêşa Sûriyê bi hevkariya wan, kariye li bakurê rojhilatê Dêra Zorê, navçeyeke berfireh kontrol bike.

Herweha wezareta berevaniya Rûsî tekez kir, ku ewê êrîşî wan çekdarên DAIŞê bikin, ku ji Sûriyê direvin Iraqê.