Gordon: Tirkiye ne hevkarek pêbawer e
Ligor Gordon dem hatiye Amerika Tirkiyeyê welatek Rojhilata Navîn a ku ne hevkarê xwe ye bibîne.
K24 – Navenda Nûçeyan
Cîgirê Wezîrê derve yê Amerikayê Philip Gordon rexneyên giran li siyaseta Tirkiye kir û diyarkir ku, Tirkiye ne hevalbend û hevkarek pêbawerkirî ye.
Gordon rewşa Tirkiye ya berî çendîn salan û niha bi tevayî berovajî hevûdu binav kir. Ligor Gordon, beriya çendîn salan Tirkiye dixwest liser rêya demokrasiyê, reformên aborî yên girîng, xeta aştiya navxweyî û derve de tevbigere û wekî Amerîka wan bi çavek hevalbendek erênî û nêzîk li Enqere temaşe dikir. Lê siyaseta îroyîn a Tirkiye vizyona xwe wenda kiriye. Siyaseta êrîşkar hatite hilbijartin.
Cîgirê wezîrê derve herweha got ku, berjewendiyên herêmî yên Amerika û Tirkiye niha li Rojhilata Navîn hemberî hevûdu ne. Îro Tirkiye xwe nêzîkî bereya Rusya û Îranê dibîne ê Amerika jî dê dom bike ku alîkarê Kurdan be.
Ligor Gordon dem hatiye Amerika Tirkiyeyê welatek Rojhilata Navîn a ku ne hevkarê xwe ye bibîne.