Hejmara burokratên Tirk penaberî ji Almanya xwestî 600 kes derbas kir
Daxwaza penaberiyê ya diplomatên Tirk, yek ji pirsgîrekên bîngehîn di navbeyna Almanya û Tirkiye de ye
K24 – Navenda Nûçeyan
Ligor Deutsche Welle heta nîvê meha derbasbûyî, hejmara kesên burokrat ên Tirk, serî li penaberiyê li Almanya xistî 600 kes derbas kir. Ji wan 250 kes xwediyê passporta diplomatî û 380 kes jî xwediyê passporta kesk in (ya burokratên destê yekem).
Daxwaza penaberiyê ya diplomatên Tirk, yek ji pirsgîrekên di navbeyna Almanya û Tirkiye de ye. Tirkiye wan kesan bi tometa piştgiriya hewla kodetaya serbazî ya sala par (15 Tîrmeh 2016) tometbar dike û dibêje ku endamên Tevgera Xizmet a Fethullah Gulen in.