Li Reqa 100 çekdarên DAIŞê xwe radest kirin

Ryan Dillon: “Heya niha nêzîkî 85% ji Reqa hatiye kontrolkirin û pêşbînî heye di rojên bê de şerekî dijwar çêbibe.”

K24 – Navenda Nûçeyan

Peyvdarê Hevpeymana Navdewletî ya li dijî DAIŞê Ryan Dillon ragihand, 100 çekdarên DAIŞê li derdora Reqa xwe radest kirine û ewê ji bo derveyî Reqa bên veguhestin.

Ryan Dillon gut: “Heya niha nêzîkî 85% ji Reqa hatiye kontrolkirin û pêşbînî heye di rojên bê de şerekî dijwar çêbibe.”

Jêderên xwe cihî didin xuyakirin, ku bi sedan çekdarên DAIŞê li gel malbatên xwe li gorî rêketineke nihênî bi selametî ji Reqa tên derxistin.

Bi gotina wan jêderan: “Ew rêketina nihênî di navbera hêzên Sûrya dîmukrat (HSD) û çekdarên DAIŞê de hatiye îmzekirin.”

Her li gorî wan jêderan, 12 basên tijî çekdarên DAIŞê li gel malbatên wan ji bo taxa Hawî Hewa ya bajarê Reqayê hatine vegihestin.

Ji aliyê xwe ve hin çalakvanên Sûrî behsa wê yekê dikin, ku hêzên HSDê çekdarên DAIŞê û malbatên wan bi navê welatiyên sivîl derbas dikin û diyar dikin ku Xwedê giravî ew ji destê DAIŞê revyane.