Sûriyê ji Tirkiyê dixwaze bê merc hêzên xwe ji Idlibê bikişîne
Sûriyê ragihand ku hêzên Tirkiyê yên derbasî parêzgeha Idlibê bûne hêzên dagîriyê ne û Enqera nikare ti bihaneyê ji derbasbûna hêzên xwe re bîne.
K24 – Navenda Nûçeyan
Hikûmeta Sûriyê ragihand ku hêzên Tirkiyê yên derbasî parêzgeha Idlibê bûne hêzên dagîriyê ne û Enqera nikare ti bihaneyê ji derbasbûna hêzên xwe re bîne.
Hikûmeta Sûriyê daxwaz kir, ku hêzên Tirkiyê yên di çarçoveya lihevkirina Astana de li parêzgeha Idlibê bicih bûne, bê merc jê derkevin û got ew yek ne li gorî lihevkirinên Astana ye û pêwîst e Tirkiyê pabendî biryarên Astana be.
Duh serokê Tirkiyê Recep Tayip Erdogan got: “Me dest bi operasyona xwe li Idlibê kiriye û ne ji mafê ti aliyekî ye bêje ji ber çi hûn derbasî Idlibê bûne.”