Kurdên derveyî welat çalakiyên piştgiriya Kurdistanê dikin
Li Swêd, Almanya û gelek welatên din ên Ewrûpayê çalakiyên piştgiriya Kurdistanê lidar dikevin
K24 – Navenda Nûçeyan
Li Swêd, Almanya û gelek welatên din ên Ewrûpayê çalakiyên piştgiriya Kurdistanê lidar dikevin.
Li navenda Stockholmê gelek Kurdên Swêdê bi egera piştgiriya Kurdistanê û şermezarkirina êrîşên milişyatên Heşda Şabî bi piştgiriya yekser a Iranê û artêşa Iraqê kom bûn û daxwaz ji raya giştî ya cîhanî kirin, piştgiriya xwe bigihînin mafê rêwa yê Kurdistanê , referendûma Kurdistanê û encamên wê.
Herweha li Almanya siyasetmedar û rewşenbîrê Kurd Murat Dagdelen bangewaza hevkariyê ji hêzên Kurdistanî kir, ku bikaribin xebata xwe ya lobiyê li derve zêde bikin…