Kurz dibe genctirîn Serokwezîrê cîhanê
Kurz ji malbatek karker tê û hîn ji 15 saliya xwe ve endamê rêxistina ciwanan a OVP bû ye.

K24 – Navenda Nûçeyan
Hilbijartinên Parlementoya Nemsayê (Austria) bi serkeftina Partiya Gelerî ya Nemsayê (OVP) bidawî hatin. Serokê Partiyê Sebastian Kurz ê 31 salî ye.
Tê çaverîkirin ku, erka danîna hukimetê bi Kurz bê spratin û bi pêkanîna hukimetê Kurz bi 31 saliya xwe, dibe genctirîn Serokwezîr ê cîhanê.
Di siyaseta Nemsa de Kurz wekî gencê jîr tê binavkirin û di proseya hilbijartinan de dihate çaverêkirin ku Partiya wî OVP serdikeve.
Kurz ji malbatek karker tê û hîn ji 15 saliya xwe ve endamê rêxistina ciwanan a OVP bû ye.