Dadgeha Iraqê fermana binçavkirina Kusret Resûl da
Îro 19.10.2017an, Dadgeha Lêkolînan a Resafe biryara binçavkirina Cîgirê Yekem yê Sekreterê Giştî yê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Kusret Resûl da.
K24 – Navenda Nûçeyan
Îro 19.10.2017an, Dadgeha Lêkolînan a Resafe biryara binçavkirina Cîgirê Yekem yê Sekreterê Giştî yê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Kusret Resûl da.
Peyvdarê fermî yê Encûmena Bilinda Dadweriya Iraqê Ebdilsetar Beyreqdar ragihand, Dadgeha Lêkolînan a Resafe biryara binçavkirina Kusret Resûl derkir, sedema derkirina wê biryarê jî, ji ber wê yekê ye, ku navborî artêşa Iraqê û polîsa federalî li parêzgeha Kerkûkê bi hêzên dagîker bi nav kirine.
Beyreqdar dibêje: “Dadgehê, daxuyaniya Kusret Resûl bi sivîkî û handana li dijî hêzên çekdar dizane, ji ber wê û li gor madeya 226 a yasaya sizadanê ya Iraqê, biryara binçavkirinê ji bo wî derkiriye.”
Berê, ji ber rêkxistina referandûma serxwebûna Kurdistanê, heman dadgehê biryara binçavkirina serok û endamên Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Herêma Kurdistanê dabû, lê serokê komisyonê biryara dadgehê bi biryara “Encûmema Serkirdayetiya Şoreşê a serdema Sedam Husên” binav kir û got: “Biryareke siyasî ye”