Xwepêşandana Piştgiriya Kurdistanê li Parîsê di 25ê Cotmehê de ye

Insiyatîfa Kurdên li Fransayê roja çarşemiyê 25ê Cotmehê amadeyiya xwepêşandanek mezin a piştgiriya Kurdistanê bi nave “Komkujî! Bêdeng Nemînin” de dike.

K24 – Navenda Nûçeyan

Insiyatîfa Kurdên li Fransayê roja çarşemiyê 25ê Cotmehê amadeyiya xwepêşandanek mezin a piştgiriya Kurdistanê bi nave “Komkujî! Bêdeng Nemînin” de dike.

Xwepêşandana Parîsê yek ji rêze xwepêşandanan a Rewangeha Kurdistanî li Ewrûpa û Amerika ye ku, piştî bangewaza Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî hatin organize kirin.

Rewangeha Kurdistanî ji raya giştî ya cîhanê dixwaze, bandore li desthilatên xwe bikin jib o piştgiriya mafên rewa yên Kurdistanê û rawestandina êrîşên nemirovane hemberî keyana demokratîk a Kurdistanê.

Cîh û dema Xwepêşandana Parîsê:

Dem: 25 Cotmeh 2017 Çarşem

Demjimêr: 14:00

Cîh: beramberî Parlementoya Fransayê li Parîsê