Şam: Reqa ne rizgarkirî ye

Hikûmeta Sûriyê dibêje, ew federaliyet û konfederalyetê li Sûriyê nas nakin û Reqa rizgarkirî nabînin, heta ala Sûriyê li wî bajarî bilind nebe

K24 – Navenda Nûçeyan

Hikûmeta Sûriyê dibêje, ew federaliyet û konfederalyetê li Sûriyê nas nakin û Reqa rizgarkirî nabînin, heta ala Sûriyê li wî bajarî bilind nebe.

Wezîrê ragihandina Sûriyê Ramiz Tirceman ji ajansa “RT” a Rûsî re ragihand, ku hin kes lihev hatin û navçeyên kêmkirina şer wek deriyekî ji bo federaliyet û konfederaliyetê yan rêveberiyeke xweser dibînin, lê ew wek dewleta Sûriyê wan tiştan nas nakin û ne jî danpêdanê pê dikin.

Wezîrê ragihandina Sûriyê amaje bi wê yekê kir ku, hin alî hene dixwazin serkeftina li Reqayê di riya bernameyên avadankirina wî bajarî bidizin, wek Sûidiye û Amerîka.

Tirceman derbarê gotina Hêzên Sûriyeya Demokratîk a Reqa dê di sîstemê wan yê federalî de be, got, sîstema nenavendiyê li Sûriyê nîn e û Şam dê komara Sûriyeyê Erebî ji aliyê siyasî, aborî û civakî ve bi rê ve bibe.

Got, Reqa ne rizgarkirî ye, heta ku artêşa Sûriyê derbasî wî bajarî nebe û ala Sûriyê li wî bajarî bilind neke, ew Reqayê rizgarkirî nabînin.

HSDê roja 6 Hezîrana borî destpêkirina operasyona bajarê Reqayê bi piştevaniya Hevpeymaniya Navdewletî ve ragihandibû. 20ê vê mehê jî di konferaseke rojnamevanî li nava Reqayê, HSDê rizagarkirina wî bajarî bi fermî ragihand.

Tirceman herwiha got, heger niyazek hebe ji bo danîna destûreke nû ji Sûriyê re, wê demê miletê Sûriyê dê biryarê li ser bide, ne ku Amerîka yan welatekî din yê biyanî.