NY dema lêkolînên derbarê çekên kîmawî li Sûriyê dirêj dike
Amerîka û hevalbendên wê dixwazin dema karê tîma lêkolînê salekê dirêj bikin
K24 - Navenda Nûçeyan
Encûmena Ewlehiya navdewletî ya ser bi Netewên Yekgirtî ve, derbarê dirêjkirina dema lêkolînan li ser bikaranîna çekên kîmawî li Sûriyê dicive.
Biryar e îro Encûmena Ewlehiyê civînekê lidar bixe û dengdanê li ser wê pirsê bike.
Amerîka û hevalbendên wê dixwazin dema karê tîma lêkolînê salekê dirêj bikin, lê dibe ku careke din Rûsya VETO bikar bîne, ji ber ku mercên wê tîmê red dike.