HSD: Hikûmeta Sûriyê êrîşî navçeyên me kir
HSD: Hikûmeta Sûriyê li Dêra Zorê êrîşî navçeyên me kiriye.
K24 - Navenda Nûçeyan
Hêzên Sûrya Dîmukrat HSD ragihand, ku hikûmeta Sûriyê li Dêra Zorê êrîşî navçeyên wan kiriye.
Medya nêzîkî HSD li ser zimanê fermandeyên wê hêzê belav kiriye, ku şevê din hikûmeta Sûriyê xalên wan li gundê Cibêle topbaran kir, û şer li wê deverê di navbera wan û hêzên hikumetê de qewimî.