Amerîka serkirdekî Heşda Şeibî bi terorist binav dike
Wezareta Derve ya Amerîka sekirdeyê pilebilind ê Heşda Şeibî û nêzîkî Îranê ye Ebû Mehdî Muhendis weke terorîst binav kir.
K24 – Navenda Nûçeyan
Wezareta Derve ya Amerîka sekirdeyê pilebilind ê Heşda Şeibî û nêzîkî Îranê ye Ebû Mehdî Muhendis weke terorîst binav kir.
Berdevka Wezareta Derve ya Amerîkayê Heather Nauert di konfranseke ragihand ku, serkirdeyê Heşda Şeibî Ebû Mehdî Muhendis terorîst e.
Ebû Mehdî Muhendis, Cîgirê Serokê Desteya Heşda Şeibî ye di gelek cihan de li tenişt fermadeyê feyleqa Qudis a Îranê Qasim Slêmanî ye derdikeve.
Heather Nauert derbarê rewşa niha Herêma Kurdistanê û Iraqê de û pevçûnên vê dawiyê de ragihand, bi wan baş e ku ew bi hev re rûnin û guftûgoyê dikin.
Herwiha Wezîrê Derve yê Amerîka Rex Tillerson ji di wê derbarê de pêwendiyeke telefonî bi Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî re kiribû û ragihandibû, Amerîka dosta Herêma Kurdistanê û Iraqê ye û pêwîste her du alî dest bi guftûgoyan bikin.