Fermandeyê hêzên Amerîkî li Iraqê: Emê sînorekî ji milîsên Îranî re deynin
Ceneral Paul Funk: "Pêwîst e hêzên Amerîkî li Iraqê bimînin daku milîsên Îranî li navçeyê rawestînin û sînorekî ji wan re deynin."
K24 - Navenda Nûçeyan
Fermandeyê hêzên Amerîkî li Iraqê Ceneral Paul Funk ragihand: Piştî şikandina rêxistiya DAIŞê pêwîst e hêzên Amerîkî li Iraq û Sûriyê bimînin.
Paul Funk diyar kir, ku pêwîst e hêzên Amerîkî li Iraqê bimînin daku milîsên Îranî li navçeyê rawestînin û sînorekî ji wan re deynin, hevdem li dijî paşmayên DAIŞê jî rawestin.
Li gorî malpera Sky News, wî fermandeyê hêzên Amerîka zelal kiriye, ku hêzên wan hemû amadekariyên xwe kirine daku ji bo demeke dirêj bimîne û rahênanê ji bo hêzên lokalî bikin.