Artêşa Azad dibêje, wê Rûsya firîngeha Minix radestî wan bike

Rûsya ragihand, ku firîngeha Minix ji bo wan hatiye radestkirin daku artêşa Tirkiyê êrîşî wê neke.

K24 - Navenda Nûçeyan

Berpirsekî opozsyona Sûriyê ji ajanseke Almanî re got: Radestkirina firîngeha Minix ji Rûsya re demkî ye, heya ku yekîneyeke opozisyona Sûriyê derbasî wê bibe.

Li gorî wî berpirsî, yekîneya ku wê derbasî Minix bibe ji aliyê Mosko û Enqera ve qebûlkirî ye û hêzên Rûsî jî wê bi rola hêleke navber rabin û riya Heleb-Entabê jî bê vekirin.

Duh Rûsya ragihand, ku firîngeha Minix ji bo wan hatiye radestkirin daku artêşa Tirkiyê êrîşî wê neke.