Iraq dijatiya serxwebûna Catalonia jî dike
Iraq: "Ragihandina cûdabûna yekalî ya Catalonia bingeha destûra sala 1978an ya Ispanya binpê dike."
K24 - Navenda Nûçeyan
Wezareta derve ya Iraqê ragihand: "Mixabin ku desthelatdarên Catalonia serxwebûna xwe ji Ispanya ragihandin."
Di daxuyaniyekê de wezareta derve ya Iraqê dibêje: "Ragihandina cûdabûna yekalî ya Catalonia bingeha destûra sala 1978an ya Ispanya binpê dike û egera wê yekê heye ew biryar aramî û pêkve jiyana aştyane li Şahnişîna Ispanya bixe metrisiyê de û dîmukratiyê têk bide."
Wezareta derve ya Iraqê daxwazê ji Catalonia dike: "Xwe rabigre û pabendî destûr û yekîtî û serweriya Ispanya be".
Herweha dibêje: "Ji bo rûbrûbûna wan kêşeyên ku gefê li yekparçeyî û dîmukratî dikin, em li gel hikûmet û gelê Ispanya radiwestin."
Roja Îna derbasbûyî 27/10/2017 piştî kêmtir ji mehekê ji encamdana referandumê, Catalonia serxwebûna xwe ragihand.