Di 9 mehan de, 131 Rûsî li Sûriyê hatine kuştin
Di neh mehên destpêkê ên sala 2017an de, bêtir ji 13I Rûsî li Sûriyê hatine kuştin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Di neh mehên destpêkê ên îsal de, bêtir ji 13I Rûsî li Sûriyê hatine kuştin.
Ajansa “Reutes” aşkere kiriye, belgeha jiyanjdestdanê ya welatiyekî Rûsî li Sûriyê ji Balyozxaneya Rûsyayê ketiye destê wê, tê de aşkere dibe, di neh mehên destpêkê ên îsal de, û ta niha 131 welatiyên Rûsî li Sûriyê hatine kuştin.
Ajansê eşkere kiriye, di nava kuştiyan de welatiyên Rûsî yên bi girêbest ligel artêşa Rûsyayê li Sûriyê şer dikin hene, lê Rûsya wê yekê red dike.
Li gor zanyariyên Reutersê, hejmara kesên Rûsî yên bi girêbest bi artêşa Rûsyayê re kar dikin û li Sûriyê hatine kuştin, 26 kes in.
Li gor amarên fermî yê Rûsyayê, di îsal de 16 leşkerên Rûsî li Sûriyê canê xwe jidest dane.
Artêşa Rûsyayê ji dema tevlîbûna wê di şerê Sûriyê de ya ji berî 2 salan ve, kariye hevkêşeya leşkerî li Sûriyê li dijî opozîsyonê biguhere.