Şêwirmendê berê yê Trump: Tirkiye ji Îranê metirsîtir e

Şêwirmendê berê yê Serokê Amerîka Donald Trump, Stephen K. Bannon dibêje: “Tirkiye mezintirîn metirsî ye ji Amerîka re û ji Îranê metirsîtir e.”

K24 – Navenda Nûçeyan

Şêwirmendê berê yê Serokê Amerîka Donald Trump, Stephen K. Bannon dibêje: “Tirkiye mezintirîn metirsî ye ji Amerîka re û ji Îranê metirsîtir e.”

Di hevpeyvînekê ligel rojnameya “el-Şerq el-Ewset” de, Stephen K. Bannon dibêje: “Tirkiye ji Îranê bêhtir metirsîtir e. Em nikarin bûyerên niha li Tirkiyê di bin desthilata Recep Teyip Erdogan de dibin, baş bixwînin.”

Bannon dibêje. “Koryaya Bakur ji bo Amerîka ne metirsî ye. Du metirsiyên din hene û divê bi weryabûn lê binêrin, ew jî Tirkiye û Îranê ne û ji Amerîka re ew her du welat ji Korya metirsîdartir in.”

Ev daxuyaniyê şêwirmendê berê yê Donald Trump di demekê de ye, pêwendiyên Tirkiye û Amerîka di qonaxeke dijwar re derbas dibin û aloziyeke mezin di navbera wan de derketiye.

Bi Îranê re jî, piştî ragihandina stratejiya nû ya Donald Trump li hember Îranê, rêkeftina atomî û xistina supaya Pasdaran di lîsta terorê de, alozî zêde bûne û egera hilweşandina rêkeftina atomî jî heye.