Ingilistanê diyarkir, amade ye navbeynkariya Hewlêr û Bexdayê bike
Johnson di heman axaftinê de, diyarkiriye ku Serokwezîrê hukimeta Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji daxwaza danûstandin û diyalogê re amade ye.

K24 – Navenda Nûçeyan
Wezîrê derve yê Ingilistanê Boris Johnson di axaftina xwe ya telefonî ligel Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî de, amadeyiya welatê xwe ji bo çareserkirina pirsgîrekan di navbeyna Hewlêr û Bexdayê de anî ziman.
Johnson di heman axaftinê de, diyarkiriye ku Serokwezîrê hukimeta Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji daxwaza danûstandin û diyalogê re amade ye.
Duhî jî Serokê Fransayê Emmanuel Macron bi Ebadî re axaftinek telefonî encam da bû û xwestibû ku Bexda mafên Kurdan nasbike.