Ford: Bijardeyên Amerîka li Sûriyê kêm bûne
Ford: Egera hebûna herêmek Kurdî xweser û xwedî rêvebirî tune ye.
K24 - Navenda Nûçeyan
Balyozê berê yê Amerîka li Sûriyê Robert Ford dibêje, hikûmeta Sûriyê kariye heya niha beşê herî mezin ji welat kontrol bike, û gellek bijarde li ber destê Amrîka nemaye.
Ford di gotarekê de, ku di govareke Amerîkî de belav kirye dibêje: "Tevî ku operasyonên Amerîkî û Rûsî ji hev cuda ne, lê Rûsya karî piştevaniya Esed bike û desthelata xwe li rojhelat û rojavayê welat berfireh bike û niha kar li ser kontrolkirina hemû Sûriyê dike."
Navhatî eşkere kir, derfeta veguheztina siyasî û radestkirina desthelatê bi aştiyane, gellekî kêm bûye, û li gorî gotina wî: "Egera hebûna herêmek Kurdî xweser û xwedî rêvebirî tune ye."