Rûsya: Nêzîk wê artêşa Sûriyê sînorên rojhilatê welatê xwe konrol bike
Rûsya: Hêzên Sûriyê bi hevrêziyê li gel me, dê ber bi kontrolkirina deverên rojhilatê welat ve biçin."
K24 - Navenda Nûçeyan
Ceneral Viladîmêr Şamanov serokê komîta berevaniyê di Perlemana Rûsî de ku bi nave Doma tê naskirin, ragihand ku di dawiya sala 2017an de, pilana sereke ya Rûsî û Sûrî tê bicîkirin, ji bo kantrolkirina tevahiya sînorên rojhilatê Sûriyê û paqişkirina wî sînorî ji çekdarên DAIŞê.
Viladîmêr Şamanov got jî: "Hêza DAIŞê nema ye û hêzên Sûriyê bi hevrêziyê li gel Rûsya, dê ber bi kontrolkirina deverên rojhilatê Sûryê ve biçin."