Ji ber êrîşên rêjîmê li Xuta rojihelatê Şamê, gellek sivîl bûn qurbanî

10 Welatiyên sivîl hatin kuştin ku 5 ji wan zarok in, û hejmarek kesên din jî birîndar bûn

K24 - Navenda Nûçeyan

Çavdêrgeha Sûrî ya mafê mirovan di daxuyaniyekê de belav kiriye, ji encam topbarana hêzên rêjîma Sûriyê, xwendingehek li gundê Cisrên li Xuta rojhilatê Şamê, 10 welatiyên sivîl hatin kuştin ku 5 ji wan zarok in, û hejmarek kesên din jî birîndar bûn.

Bi gotina Çavdêrgehê, topbaran heya dema amadekirina vê nûçeyê jî li ser çend deverên din yê opozisyonê, mîna bajarê Dûma, Ên Terma, Heresta û Kefer Betna li Xûta rojhilatê Şamê berdewam bû, Çavdêrgehê got jî: "Ev êrîş piştî rojekê ji derbaskirina alîkariyan ji wan navçeyan re tê."