Marco Rubio: Armanca Tehranê têkşikandina Kurdistanê ye
Senatorê Amerîkî ji Partiya Komarî Marco Rubio, bala welatê xwe kişand ku, Armanca Îranê li Iraqê têkşikandina Kurdistanê ye û Waşington beramberî vê dive helwêstê werbigire.
K24 – Navenda Nûçeyan
Senatorê Amerîkî ji Partiya Komarî Marco Rubio, bala welatê xwe kişand ku, Armanca Îranê li Iraqê têkşikandina Kurdistanê ye û Waşington beramberî vê dive helwêstê werbigire.
Rubio liser rûdanên li Rojhilata Navîn nirxandinên xwe anîn ziman û diyarkir ku, Îran siyasetek êrîşkar a dagîrkerî li herêmê birêve dibe, herweha bandora xwe berfereh dike û hemberî vê yekê dive Amerika bêdeng nemîne û helwêstên tund werbigire.
Rubio, stratejiya îroyîn a Amerika bi lawazî liqelem da û diyarkir Waşington dive van helkeftinên Tehranê rawestîne ê hevkarên xwe yên Kurd di vê stratejiyê de bi girîngî bigre ber çavan.
Rubio herweha eşkerekir ku, Heşda Şabî tenê liser qaxezê hêzek Iraqî ye, di rastiyê de di bin kontrola Îranê de ye.