Fransa: Kiryarên Îranê nayên pejirandin

Drian got: Kiryarên Îranê lidij berjewendiyên Amerika û Fransayê ne. Ew metirsiyek mezin li ser herêmê ne.”

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezîrê Derve yê Fransayê Jean Yves Le Drian balkişand ser kiryarên Komara Islamî ya Îranê li Rojhilata Navîn û diyarkir ev helkeftinên Îranê nayên pejirandin. Çalakî û destwerdanên Îranê ne di berjewendiya herêmê û herweha Fransayê de ne.

Wezîrê Derve yê Fransayê di axaftina xwe ya lipêş Encûmena Pêwendiyên Derve ya Amerîkayê de diyarkir ku, Îran siyasetek destwerdanê û êrîşkar li herêmê birêve dibe û ev kiryarên Îranê dive bên astengkirin.

Drian got: Kiryarên Îranê lidij berjewendiyên Amerika û Fransayê ne. Ew metirsiyek mezin li ser herêmê ne.”

Liser rîkeftina atomî ligel Îranê jî Drian eşkere kir, Îran dive hewlek weha nede, ger bide, dê encamên wê hebin.