Hikûmeta Sûryê bajarê Dêra Zorê bi temamî kontrol kir

Piştî ku hikûmeta Sûriyê taxa Himêdiyê ya herî mezin li Dêra Zorê kontrol kir ew bajar bi temamî ket bi destê rêjîmê de.

K24 - Navenda Nûçeyan

Çavdêrgeha Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand, piştî ku hikûmeta Sûriyê taxa Himêdiyê ya herî mezin li Dêra Zorê kontrol kir, ew bajar bi temamî ket bin destê rêjîmê de.

Ji aliyê xwe ve rêjîma Sûriyê diyar kir, ku artêşa wê bi alîkariya hevpeymanên xwe pêşketinên mezin li Dêra Zorê encam dane û bajar ji  çekdarên DAIŞê paqij kirine.

Ji Êlûna derbasbûyî ve artêşa rêjîmê dest bi operasyona kontrolkirina Dêra Zorê kiriye û niha bajar bi temamî kontrol kir û biryar e operasyona bajarê Bû Kemal yê ser sînorê Iraqê destpê bike.