UN: Kongirê Diyaloga Niştimanî di bin siya Rûsya de, ne navdewletî ye
Stephane Dujarric: Hîn me biryara beşdariyê di wî kongirî de nedaye û ew kongir bi destpêşxeriya Rûsya ye û ne kongirekî navdewletî ye.
K24 - Navenda Nûçeyan
Peyvdarê bi navê Netewên Yekgirtî Stephane Dujarric ragihand, ku hîn wan biryara beşdariyê di wî kongirî de nedaye û bi gotina Dujarric: "Ew kongir bi destpêşxeriya Rûsya ye û ne kongirekî navdewletî ye."
Biryar e Kongirê Diyaloga Niştimanî yê derbarê rewşa Sûriyê, 18 vê mehê li bajarê Sochi yê Rûsî bê lidarxistin, û tevahiya aliyên opozisyonê ragihandine, ku ew li wî kongirî amade nabin.