Tankên T90A yên Sûryê li gel çekdarên Heşda Şeibî li Iraqê şer dikin
"Hatiye dîtin, ku tankên T90A û topên Şîlka yên Sûrî, li gel Heşda Şeibî li Iraqê şer dikin û ala ketîbeyên Hizbullaha Lubnanî li ser pişta wan tankan bû."
K24 - Navenda Nûçeyan
Li gorî ajansa Sputnik a Rûsî: "Hatiye dîtin, ku tankên T90A û topên Şîlka yên Sûrî, li gel Heşda Şeibî li Iraqê şer dikin û ala ketîbeyên Hizbullaha Lubnanî li ser pişta wan tankan bû."
Wê ajansa Rûsî diyar kir, ku tankên T90 li cem artêşa Iraqê hene, lê tankên ji corê T90A li Iraqê tune û diyar dibe ku ji Sûriyê ji bo Iraqê hatine derbaskirin.
Ji aliyekê din ve malpera Slovodel a Rûsî belav kiriye, dibe ku yekîneyên artêşa Sûriyê li gel ketîbeyên Hizbullahê derbasî sînorê Iraqê bûne û li gel Heşda Şeibî û artêşa Iraqê li navçeya Qaim şerê DAIŞê kirine.