Muhendîs: Tenha welatê alîkariya Iraqê dike, Îran e!
Muhendis Spasiyên xwe digihîne wan hêzên YNK ku alîkariya wan kirin, bêyî şer bikevin nav Kerkûkê de. Herweha rexneyên ku li Kerkûkê êrîşî Kurdan kirin e red dike.
K24 – Navenda Nûçeyan
Cemal Cafer Ibrahîm ê bi nave xwe yê çekdarî Ebu Mehdî El Muhendis û ku wekî terorîstek ji alî cîhana Rojava û Amerika vet ê binavkirin, di herêma Kesk de ligel çendîn rojnamevanan hevpeyvînek lidar xist.
Di hevpeyvîna xwe Muhendîs dibêje ku, bêyî Heşda Şabî Artêşa Iraqê tu wateya wê nî ne, Heşd jî bûyî Artêşa Iraqê nikare, ango bi hevûdu girdayî ne. Ligor Muhendîs Heşda Şabî wêneya siyasetê û artêşê li Iraqê guhertiye, Heşd dê yekser nekeve meydana siyasetê, lê yê ku bixwazin dikarin siyasetê bikin û dev ji Heşda Şabî berdin.
Muhendîs diyar dike ku, Heşda Şabî tu destdirêjî û kuştinên bêtawan nekirin e. Ev yek nerast in. Medya dijberê wan, van gotinan derdixe.
Muhendîs serkeftina Iraqê û Heşda Şabî bi Îranê ve girêdide û dibêeje ku, yekem welatê alîkariya Iraqê kirî Iran e. Amerika alîkarî nekiriye.
Liser binavkirina wî wekî – terrorist ji alî Amerika ve, dibêje: ez naxwazim bersîvê bidim.
Muhendis Spasiyên xwe digihîne wan hêzên YNK ku alîkariya wan kirin, bêyî şer bikevin nav Kerkûkê de. Herweha rexneyên ku li Kerkûkê êrîşî Kurdan kirin e red dike, dibêje ku li Xûrmatû hin kesên ji Heşdê hin xeletî kirin e, jiber vê ew ji Xûrmatû dûr xistin e!
Muhendîs jibîr nake ku spasiya Tirkiye jî bike, ji bo di aloziyên ligel herêma Kurdistanê de, alîkariya Iraqê kirî.