Heşda Şeibî beşdarî şerê kontrolkirina bajarê Elbûkemal yê Sûryê dibe

Elhisênî: "Amerîka guvaş li hikûmeta Iraqê kiriye daku El-Qaim neyê kontrolkirin û ji ber wê yekê heya niha ew dever di destê DAIŞê de mabû."

K24 - Navenda Nûçeyan

Peyvdarê milîsên Hizbullaha Iraqê Ceifer Elhisênî ji televizyoneke Lubnanî re ragihand: "Bereyên şer li devera Qaim a Iraqê û li Elbûkemala Sûryê yek in û hêzên wan piştî kontrolkirina El-Qaim dighêjin sînorê Sûryê û wê dest bi bereyeke din di şerê dijî DAIŞê de bikin."

Elhisênî got: "Amerîka guvaş li hikûmeta Iraqê kiriye daku El-Qaim neyê kontrolkirin û ji ber wê yekê heya niha ew dever di destê DAIŞê de mabû."