Iraq fermanber û perlemanterên ku beşdarî referandumê bûne siza dide
Kamil Zeydî: Ji bo lêpirsînê li gel wan perlemanterên Kurd yên ku beşdarî di referandumê de kirine, amadekarî hatine kirin.
K24 - Navenda Nûçeyan
Sazî û fermangehên Iraqê dest bi lêprisînê li gel wan fermanberan dikin yên ku beşdarî di referanduma serxwebûna Kurdistanê de kirine.
Perlemanterê Iraqê ji Hevpeymana Dewleta Yasa Kamil Zeydî eşkere kir, ku ji bo lêpirsînê li gel wan perlemanterên Kurd yên ku beşdarî di referandumê de kirine, amadekarî hatine kirin.
Got jî: "Nivîseke hikûmetê ji bo hemû fermangehên hikûmeta federalî hatiye şandin û wezaret jî hatine erkdarkirin ku navên wan Kurdan kom bikin yên beşdarî di referandumê de kirine."
Zeydî tekez kir, ku heya niha ti siza û rêkarek li dijî wan fermanberan ne hatine stendin, lê komîta pêwendîdar raporek amade kiriye û di civîna bê ya Perlemana Iraqê de, wê deng li ser bê dayin.