Pêşnûmaya terorist binavkirina du rêxistinên sereke yên Heşda Şabî di Kongresa Amerikayê de

Rêxistina Esayib Ehli Hak di bin serokatiya Kays Hezali û rêxistina Hizbullah-Nuceba ya Iraqî di bin serokatiya Ekrem Kebi bi dijberiya xwe ya hemberî Kurdistanê û Amerikayê tên naskirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Kongresmanên Amerîkî Trent Franks û Brad Sherman pêşnûmayek pêşkeşî Kongresê kirin ku, rêxistinên Esayib Ehli Hak ile Hizbullah-Nuceba ya Iraqî dinav Heşda Şabî de, wekî rêxistinên terorist bên liqelem dan.

Rêxistina Esayib Ehli Hak di bin serokatiya Kays Hezali û rêxistina Hizbullah-Nuceba ya Iraqî di bin serokatiya Ekrem Kebi bi dijberiya xwe ya hemberî Kurdistanê û Amerikayê tên naskirin.

Esayib Ehli Hak rêxistinek ji yên herî bihêz dinav Heşda Şabî de ye û hîn ji destpêkê ve dinav Milişyaya Heşda Şabî de cîh digre. Hizbullah Nuceba di sala 2013an de li Iraqê hate avakirin û xwe wekî brayên xwe yên Lubnanê binav dike. Di nav de milişyayên ji welatên cuda hene.

Heşda Şabî yak u bi fetwaya Elî Sistanî di 2014an de hate damezrandin dinav xwe de 67 rêxistinên çekdar hene û di Mijdar a 2016an de statuyek yasayî ji Parlementoya Iraqê wergirt. Welatên Rojava û Amerika bi gûman vê rêxistinê dinirxînin.