Cihê Ebû Bekir Bexdadî hat eşkerekirin
"Xelîfeyê DAIŞê Ebû Bekir Bexdadî bi teksiyekê ji bajarokê Rawe ber bi navçeyeke nêzîkî Dêra Zorê ve çûye."
K24 - Navenda Nûçeyan
Ajansa nûçeyên fermî ya Iraqê li ser zimanê çend jêderên hewalgirî belav kirye: "Piştî kontrolkirina Qaim ji aliyê hêzên Iraqê ve, Xelîfeyê DAIŞê Ebû Bekir Bexdadî bi teksiyekê ji bajarokê Rawe ber bi navçeyeke nêzîkî Dêra Zorê ve çûye."
Li gorî wê ajansê, Bexdadî bi wê teksiyê çûye, daku tu guman li ser wî nebin û ji aliyê firokeyan ve neyê bordûmankirin.