Rêjîma Sûriyê dixwaze nasnamê ji Sûriyên penaber bikşîne
Berpirsekî Sûrî: Herî zêde wê ew piroje wan welatiyan li xwe bigire ku nasnameya Tirkî wergirtine.
K24 - Navenda Nûçeyan
Rojnameya El-Weten ya Sûrî belav kiriye, ku komîteya azadiyan ya Perlemana Sûriyê pirojeyekî gotûbêj dike ji bo kişandina nasnama Sûrî ji wan welatiyên ku ji Sûriyê reviyane û li welatan penaber bûne.
Rojnameyê ji zimanê serokê wê komîteyê veguhestiye, ku ew piroje wê wan welatiyan li xwe bigire ku nasnameya Tirkî wergirtine, ji ber ku bi gotina wî: "Ev gava Tirkiyê bizaveke ji bo guhertina demografî ye."
Di çend mehên derbasbûyî de, Tirkiyê raghandibû, ku ewê nasnameya xwe radesî bêtirî 12 hezar penaberên Sûrî kiriye.