Amerîka qedexeya li ser vîzeyê ji bo ti sist kir

Amerîka qedexeya li ser pêdana vîzeyê ji bo welatiyên Tirkiyê sist kir û bi awayekî sînordar dest bi xizmetguzariyê kir.

K24 – Navenda Nûçeyan

Amerîka qedexeya li ser pêdana vîzeyê ji bo welatiyên Tirkiyê sist kir û bi awayekî sînordar dest bi xizmetguzariyê kir.

Li gor nûçeya “Reuters” derbarê qedexeya vîzeyê de, di navbera her du welatan de gaveke girîng hate avêtin. Rayedarên Amerîkî dan xuyakirin, Amerîka bi awayek sînordar dest bi xizmetguzariya pêdana vîzeyê kiriye.

Berê jî, bi armanca nermkirina pêwendiyan, şandeke Amerîkî serdana Tirkiyê kiribû. Her weha Serokwezîrê Tirkiyê Binalî Yildirim, sibê diçe Amerîkayê.