Pentagon: Bi Siûdiyê re kar li ser yekalîkirina rola Îranê dikin

Wezareta Bergîriyê ya Amerîka ragihand, Washington pêşwaziyê li daxuyaniya Siûdiyê ya derbarê rola “Îranê ya hovane” li Yemenê û dana mûşeke Ballistic ji bo Hosiyan dike.

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezareta Bergîriyê ya Amerîka ragihand, Washington pêşwaziyê li daxuyaniya Siûdiyê ya derbarê rola “Îranê ya hovane” li Yemenê û dana mûşeke Ballistic ji bo Hosiyan dike.

Peyvdarê bi navê “Pentagon” Adrian Rankine Galloway ragihand, Amerîka û Siûdiye kar li ser rûbirûbûna grûpên tundrew û bidawîanîna hejmûna Îranê ya têkder li Rojhilata Navîn dikin.

Galloway got: “Parastina pêwendiyên me yên bihêz ligel Siûdiyê dikin û bi hev re li ser dosyên ewlehiyê yên hevbeş dikin, ji bo dest bi proseya rûbirûbûna grûpên tundrew bikin û dawiyê li hejmûna Îranê ya têkder li Rojhilata Navîn bînin.

Duh, Wezîrê Derve yê Îranê amaje bi wê jî kiriye, destêwerdana Îranê di navçê de ziyanê digihîne ewlehî û aştiya navdewletî û ew rê nadin ti destdirêjiyekê li ser welatê wî bê kirin.

Berî du rojan, Mîlîşyayên Ensarulah yên ser bi Hosiyên Yemenê ve, bi mûşekeke Ballistic firokxaneya Şah Xalid li Riyazê kiribû armanc.