Lavrov gotinên Kalin, wekî nerast liqelem da
Di konferansa rojnamegerî de Lavrov diyarkir: “Niha amadeyiyên Kongreya Diyaloga Niştimanî ya Suriye têne kirin û paşve xistinek ne di rojevê de ye, ji xwe heta niha me dem a civînê jî diyar nekiribû. ”
K24 – Navenda Nûçeyan
Wezîrê derve yê Rusya Sergey Lavrov, axaftinên berdevkê Serokomariya Tirkiyê Ibrahim Kalin girêdayî Kongreya Diyaloga Niştimanî ya Suriye, ku liser daxwaza Tirkiye bi paş hatiye xistin red kir û wekî nerast liqelem da.
Di konferansa rojnamegerî de Lavrov diyarkir: “Niha amadeyiyên Kongreya Diyaloga Niştimanî ya Suriye têne kirin û paşve xistinek ne di rojevê de ye, ji xwe heta niha me dem a civînê jî diyar nekiribû. ”
Berdevkê Serokomariya Tirkiye Kalin diyarkiribû ku, “liser daxwaza Tirkiye Kongreya li Soçî hatiye paş xistin û Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) dê neyête vexwendin”.
Ji aliyê xwe ve Lavrov herweha eşkerekir ku, pêwendiyên wan ligel Iran û Tirkiye liser Kongreyê hene û hêvîdar in lihevhatinek di navbeyna her sê dewletan de di vê babetê de pêk bê. Anî ziman ku, pêwendî ligel Opozisyon û hukimeta Suriye jî birêve diçin.