Şêwirmenda Esed: Dest ji Reqayê bernadin
Şêwirmenda Serokê Sûriyê dibêje, Şam dest ji Reqayê bernade, tiştê ku li kurdistana Iraqê çê bûye jî pêwîst e bibe dersek ji Kurdên Sûriyê re.
K24 – Navenda Nûçeyan
Şêwirmenda Serokê Sûriyê dibêje, Şam dest ji Reqayê bernade, tiştê ku li kurdistana Iraqê çê bûye jî pêwîst e bibe dersek ji Kurdên Sûriyê re.
Şêwirmenda Serokê Sûriyê Buseyna Şaban di hevpeyvînekê de ligel kenala Mayadîn de ragihand, her tişt li Sûriyê di destê Sûriyan de ye û ti gotûbêj li ser parçekirina Sûriyê yan cudabûna beşek jê yan federaliyetê li cem wan nîn e.
Şaban got jî, hikumeta Sûriyê dest ji Reqa bernade û dê wê vegerîne di bin desthilata xwe de û tiştê ku li Kurdistana Iraqê çêbûye pêwîst e bibe dersek ji Kurdên Sûriyê re.
Derbarê daxuyaniyên Wezîrê Derve yê Sûriyê de yên gotibû Şam dikare ji bo mafê otonomî bi Kurdan guftûgoyê bike, Şaban got, ew daxuyanî bi şaşî hatin fêmkirin.
Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) 20ê vê mehê di konferaseke rojnamevanî li nava Reqayê, rizagarkirina wî bajarî bi alîkariya Hevpeymaniya Navdewletî bi fermî ragihand.
Derbarê hebûna hêzên Tirkî û Amerîkî li Sûriyê, Şaban got, Tirkiye welatekî dagîrker e û ew û Amerîka bi ne rewa li Sûriyê ne û dê serederiyê digel wan wek hêzeke ne rewa bikin.