“ Tenê Kurd dikarin Ebadî li pê bihêlin”
Peymangeha “Brookings” a Amerîkî di raportekê de siyaseta Washingtonê ya li hember pirsa referandûma serxwebûna Kurdistanê bi “nakok” binav kir û sedema piştevaniya ji Ebadî re aşkere dike.
K24 – Navenda Nûçeyan
Peymangeha “Brookings” a Amerîkî di raportekê de siyaseta Washingtonê ya li hember pirsa referandûma serxwebûna Kurdistanê bi “nakok” binav kir û sedema piştevaniya ji Ebadî re aşkere dike.
Di raportê de amaje bi wê hatiye kirin, Amerîka hevkariya Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî li dijî Hewlêrê kiriye, ji ber ku di baweriya wê de bû, dikare desthilata Ebadî bihêz bike û hejmûna Îranê kêm bike, lê niha ji encaman dudilî ye.
Di raporta Peymangeha Brookings de hatiye jî, Washington piştevaniya Ebadî kir, ji ber ku cameweriya Ebadî wek pêwîst ne bihêz e, Amerîka jî bi hêviya wê ku Ebadî destkeftên leşkerî yên dijî DAIŞê bidest ketine têxe xizmeta xwe û bi riyê berî hilbijartinan cameweriya xwe zêde bike û neyarên wê nikaribin rexne li dema serokatiya wî bikin. Washingtonê çavên xwe ji êrîşa Bexdayê li ser Kerkûkê damirand, lê ew grûpên ku Îran piştevaniya wan dike, rewş bi aliyê xwe de guhartin.
Raport hişyariyê dide ku, ew grûpên girêdayî Îranê Heşda Şeibî bi tevahî kontrol kirine, rêxistina Bedir û ketîbeyên Hizbulah ji aliyê supaya Pasdaran ve hatine damezrandin û Amerîka jî Hizbulah wek rêxistineke terorî binav kiriye.
Brookings dibêje, bijadeyên Amerîka di derbarê de ne berfereh in, ji ber ku piraniya partî û grûpên bihêz û yên lawaz jî pêwendiyên wan bi Îranê re hene û hevpeymanên Îranê ne, lê tenê grûpa bihêz a ku bi dilê Îranê tevgerê nake Tevgera Sedir a Muqteda Sedir e, ew jî neyarê Amerîka ye.
Li gor raportê, Ebadî bi tenê maye û nikare li pêş Îranê û hejmûna wê ya berfereh li Iraqê bigire, ji ber wê niha rola hikûmeta Herêma Kurdistanê tê pêş ji bo Ebadî li pê bimîne.
Raport pêşniyaz dike, Washington bi wê arasteyê gavan bavêje, ta Herêma Kurdistanê pişkê xwe di dewleta Iraqê de bidest bîne û rê li ber beşdarîkirina di hokûmeta bê ya Bexdayê ve veke. Hişyarî jî daye, bê beşdariya Kurd di dewleta Iraqê de, grûpên tundrew yên ser bi Îranê ve dest datînin ser dam û dezgehên dewleta Iraqê.