HSD: Ger hikûmeta Sûriyê êrîşî me bike emê bi tundî bersiva wê bidin
"Berî niha jî hêzên hikûmeta Sûryê çar caran li Dêra Zorê êrîşî hêzên me kirine û niha rewş di navbera herdu aliyan de aram e."
K24 - Navenda Nûçeyan
Peyvdara civata leşkerî ya bajarê Dêra Zorê ya ser bi HSDê ve, Lîlwa El-Ebdella ragihand, ku heger hêzên hikûmeta Sûryê li Dêra Zorê êrîşî me bike, emê bi tundî bersiva wê bidin û got: "Berî niha jî hêzên hikûmeta Sûryê çar caran li Dêra Zorê êrîşî hêzên me kirine û niha rewş di navbera herdu aliyan de aram e."
Gotinên peyvdara civata leşkerî ya Dêra Zorê di demekê de ne, ku duh serokê Sûryê ragihandibû, ku ewê şerê her aliyekî bikin ku bixwaze Sûryê parçe bike.
Herweha Lîlwa El-Ebdella diyar kir, hêzên wan di pêşveçûnên xwe de berdewam in û gundên Xan û El-Qişêriye li rojhelatê Dêra Zorê kontrol kirine û 12 çekdarên DAIŞê kuştine.