Civata Sivîl a Reqa: Kesên hatin berdan ne çekdarbûn
Ev çendîn car e, bi navberkariya rîsipî û serokên hozên ereban li Reqayê, HSD girtiyên ku bi tometa DAIŞbûnê hatine girtin serbest berdide.
K24 - Navenda Nûçeyan
Endamê civata sivîl ya bajarê Reqayê Ibrahîm El-Ferec ji bo ajanseke ser bi opozisyona Sûryê ve ragihand: Ew heştê û şeş girtiyên ku li Reqayê bi tometa DAIŞbûnê hatibûn girtin û duh bi navberkariya rîsipiyên bajêr serbest hatin berdan, ne çekdar bûn, û ew tenê karmendên sivîl bûn li cem DAIŞê.
Ev çendîn car e, bi navberkariya rîsipî û serokên hozên ereban li Reqayê, HSD girtiyên ku bi tometa DAIŞbûnê hatine girtin serbest berdide.