Bexda dixwaze mezhebê Ceiferî li ser Iraqiyan ferz bike
Di pirojeyasayê de hatiye hatiye ku zaroka 9 salî dikare mêr bike û dema ku mêr bike li ser wê ferzê ku daxwazên mêrê xwe bicî bike
K24 - Navenda Nûçeyan
Wezareta dadê ya hikûmeta Heyder Ebadî, pirojeyasaya rewşa kesatî li ser bingeha mezhebê Ceiferî Şî'î rêxistiye û ji bo perleman şandiye daku deng li ser bide.
Bi gotina pisporan, heger ew pirojeyasa were bicîkirin wêdi encama wê de karesat li Iraqê çêbibin.
Di pirojeyasayê de hatiye hatiye ku zaroka 9 salî dikare mêr bike û dema ku mêr bike li ser wê ferzê ku daxwazên mêrê xwe bicî bike ji ber ku ew mafên wî yên rewa ye.
Çalakvanên di ware mafên jinan û mafên mirovan de, dilgiraniya xwe ji wê pirojeyasayê didin xuyakirin û wê wek şikestin û binpêkirineke mezin ji mafên jinan re dibînin.
Bi sedema meşandina hukimê piraniyê û sepandina biryarên wê li ser kêmîneyan, şî'eyên Iraqê dixwazin Iraq ber bi welatekî mezhebî ve bibin.