Çekdarên opozsyona Sûriyê Şama paytexta Sûriyê topbaran kirin
Ajansa Sana diyar kiriye, ku pênc top li Dahiya Heresta, du top li taxa Keşkol ya Ceremana û du top li taxa Şaxûr ketine û yek din jî li devera Ebasiyîn ketiye
K24 - Navenda Nûçeyan
Li gorî ajansa fermî ya Sûryê Sana, îro çekdarên opozsyona Sûryê ji devera Xûteya rojhilatê Şamê, hin taxên wî bajarî û gundewarên wî topbaran kirin û di encamê de, pênc welatiyên sivîl birîndar bûne û ziyaneke madî jî li cihên topbaranê bûye.
Ajansa Sana diyar kiriye, ku pênc top li Dahiya Heresta, du top li taxa Keşkol ya Ceremana û du top li taxa Şaxûr ketine û yek din jî li devera Ebasiyîn ketiye.
Tevî ku devera Xûteya rojhelat wek devereke kêmkirina şer hatiye destnîşankirin lê her yek ji hikûmet û opozisyon bi berdewamî hev topbaran dikin.